1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Divê em xwedî li Weşanxaneya Mezopotamyayê derkevin"
"Divê em xwedî li Weşanxaneya Mezopotamyayê derkevin","divê,em,xwedî,li,weşanxaneya,mezopotamyayê,derkevin"

"Divê em xwedî li Weşanxaneya Mezopotamyayê derkevin"

Parlamentera federal a Elman Sîmone Barrîentos ji bo kampanya alîkariyê ya sê weşanxaneyên li Elmanya, Swîsre û Awûstûryayê banga piştgiriyê kir, ku bi kampanyayê tê xwestin, pirtûkên Weşanxaneya Mezopotamyayê ya qedexekirî bên çapkirin

A+ A-

Bi talîmata wezîrê karên hundir du saziyên girîng ên Kurdan ên li Elmanyayê Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk di 12'ê Sibata 2019'an de bi rengekî fermî hatibûn qdexekirin. Polîsan di demên cuda de avêtin ser her du saziyan û pirtûkên hînbûna Kurdî jî di nav de, pirtûkên zarokan ên bi Kurdî û pirtûkên dîroka Kurdan bi tonan pirtûk desteser kiribûn.

Ji bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Ûnrast-Verlag, ji Awûstûryayê Manelbaûm Verlag û ji Swîsreyê jî weşanxaneya Edîtîon 8 meha Tebaxê ji bo Weşanxaneya Mezopotamyayê dest bi kampanyaya alîkariyê kiribûn. Bi pereyê ku di çarçoveya kampanyayê de hatin komkirin wê bi navê "Edîtîon Mezopotamya" hin pirtûkên ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin û nekarîn bên çapkirin ji nû ve bên çapkirin.

Li her sê welatên ku bi Elmanî tê axaftin, pirtûkhezan bi baldarî nêzî kampanyayê bûn. Ji amadekarên kampanyayê Weşanxaneya Manelbaûmê ragihand, pereyê ji ber çapkirina pirtûkan bimînin wê ji bo mesrefên doza li dijî qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamyayê bên bikaranîn.

'HURMETÊ NÎŞANÎ ÇANDA KURDAN BIDIN'

Tê xwestin, pirtûkên ku bi kampanya alîkariyê bên çapkirin di 26'ê Cotmehê de li Fûara Pirtûkan a Navneteweyî bên nîşandan. Yek ji kesên ku destek dan kampanyayê Berdevka Çandê ya Partiya Çep parlamentera federal Sîmone Barrîentos e. Barrîentos di medya civakî de ji bo kampanyayê banga piştgiriyê kir û xwest, Weşanxaneya Mezopotamyayê bi tenê neyê hiştin.

Barrîentos bi bîr xist ku polîsan dest danîn ser nêzî 50 alavên Weşanxaneya Mezopotamyayê û diyar kir, ku hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel divê hurmetê nîşanî çanda Kurdan bide. Parlamentera Elman destnîşan kir ku çanda Kurd û têkoşîna azadiyê ya Kurd nabe ku ji hev bên cudakirin û bal kişand ser pirtûkên ku Weşanxaneya Mezopotamyayê di vê mijarê de çap kiriye.

'ÇANDA KURD PARÇEYEKÎ ELMANYAYÊ YE'

Parlamentera Partiya Çep Barrîentos diyar kir, çand û muzîka Kurd parçeyek ji çanda niha ya Elmanyayê ye û got, "Berpirsyariya me ya siyasî ye ku em vê çandê biparêzin û bikin ku mirov sûdê jê werbigirin." Barrîentos destnîşan kir ku hikumeta federal bi qedexeyên xwe vê berpirsyariya xwe pêk nîne û di heman demê de azadiya weşanê û fikrê ku ji pîvanên bingehîn ên destûra bingehîn in, ji nedîtî ve tê.

Barrîentos bal kişand ser kampanya alîkariyê ya sê weşanxaneyan û got, "Li devera ku qedexeya hikumetê kete meriyetê, saziyên sivîl ên li qada çandê dixebitin ketin dewrê."

Kesên ku dixwazin piştgiriya kampanyayê bikin:
Verein z. Förderung kurdischer Kultur e.V. i.Gr.
IBAN: DE78 4306 0967 1011 1214 00
Verwendungszweck: Edition Mezopotamya

ANF